Artêşa Lîbya: 15 çekdar li devera Hedeba ya Terablusê hatin kuştin

Artêşa Lîbyayê li herêma Hedeba 15 çekdarên Terablusê kuştin. Ji bo liv û tevgera xwe jî binuxumînin, çekdar xwe di nava avahiyên sivîlan de bi cih dikin.
Li aliyekî din dewleta Tirk berî ku li parlamenê şandina leşkeran ji bo Libyayê erê bike, bi 3 balafiran çeteyên xwe şandin balafirgeha Miêtîqa ya li Terablûsê.

Navenda ragihandinê ya Operasyonên Ejdabiya ya Artêşa Lîbyayê ragihand ku artêşê çekdarên komên Xinêwa el-Kekelî  êrîşî herêma Hedebê ya nêzî Terablusê kirin û 15 çekdar hatin kuştin.

Malpera el-Erebiyê Net jî li ser zimanê berpirsekî leşkerî yê artêşa Lîbyayê ragihand ku çekdarên hikumeta Wîfaqê malên sivîlan vediguherînin deverên leşkerî.

BERPIRSEKÎ ARTÊŞA LÎBYAYÊ:
ÇEKDAR XWE DI NAVA AVAHIYÊN SIVÎLAN DE BI CIH DIKIN

Berpirs diyar kir ku, ji ber hebûna sivîlan, ev yek wê pêşketinên wan asteng bikin.

Li gorî malperê, kanala “Lîbya el-Hedes” jî li ser tiwittera xwe dîmenên derbasbûna tank û erebeyên çekdaran par ve kirin.

Li gorî van dîmenan jî, çekdaran xwe di nava avahiyên sivîlan yê li herêmên Selahedîn û Hedebayê de bi cih kirin.

ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ
TIRKIYE BI 3 BALAFIRAN ÇETE ŞANDIN TERABLÛSÊ

Li aliyekî din, malpera Eyn el-Exbariya li ser zimanê çavkaniyên ewlehî ragihand ku 3 balafir ji Tirkiyê gihaştin Lîbyayê.

Çavkaniyan diyar kir ku geşta yekem a balafira şirketa “el-Ecnîha” ya serçekdarê komên Lîbyayê Ebdul Hekîm Bilhac bû.

Ev balafir, bi rakirina 50 çeteyên ji Sûriyê, sibeha Yekşemê gihaşt balafirgeha Miêtîqa.

Çavkaniyan anî ziman ku herdu geştên din ji Stenbol û Enqereyê hatin.

Duh jî, Çavdêriya Sûrî ev tişt piştrast kiribû ku heta niha bêhtirî 300 çeteyên dewleta Tirk gihaştine Lîbyayê.

Ji 2011 ve, dewleta Tirk piştevaniya çekdarên Terablusê dike, lê piştî 8 salan piştevaniya Tirkiyê eşkere dibe.

Leave a Reply

Back to top button