Tirkiyê 2 DAIŞ’iyên Holandî şandin welatê wan

Dewleta Tirk dersînorkirina çeteyên xwe yên DAIŞê dewam dike û 2 DAIŞiyên din ên Holandî şandin welatê wan.

Wezareta hindir a Tirkiyê ragihand ku wan 2 welatiyên Holandî ku endamên DAIŞê bûn, dersînor kirin.

Di heman demê de, desthilatên Holandayê jî ragihand ku wan jineke DAIŞî ku Tirkiyê ew dersînor kiriye, binçav kir.

Li gorî daxuyaniya serdozgeriya Holandî, ev jin di 2013an de derbasî Sûriyê bû û di 30yê Cotmeha borî de, xwe û zaroka xwe radestî balyozxaneya Holandî ya li Enqereyê kir.

Ji 11ê Mijdarê ve, dewleta Tirk dest bi dersînorkirina çeteyên xwe yên DAIŞê kiriye, heya niha jî 112 DAIŞiyên biyanî şandine welatên wan.

Leave a Reply

Back to top button