Malperên Torên Civakî hişyariya “diziya mirîşkên Lîbyayê” didin

Li ser medeyaya Torên Civakî dîmenekî rev û belavbûna mirîşkan bi awayekî zêde belav bûye.
Ew dibêjin, ji ber çeteyên Dewleta Tirk gihaştine wir, ev mirîşk ji ber wan baz didin.

Dibe ev dîmen ne li Lîbyayê be, lê belê kesên torên civakî bi kar tînin, hewl didin hişyariyê bidin gelê wê derê.

Vê yekê dispêrin bûyerên li Efrînê dema çete derbasî pînkên mirîşkan bûn û gotin ev mirîşkên Kurdan in, divê em wan bibin.

Niha jî heman çete berê xwe didin Lîbyayê, ji ber vê yekê, xelk li ser medyayê, weke pêkenokekê; dîmenê reva mirîşkan parve dikin.

Ev yek jî, rastiye diziya komên çete yên Dewleta Tirk ji mal û milkên xelkê re radixe ber çavan.

Ji mirîşkan bigire, heta bi beroş û çêlekan re derkeve.

Leave a Reply

Back to top button