Dewleta Tirk û Emerîka ku ji bo dagirkeriya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hev kirin, ji ber DAIŞ’ê hevdu tewanbar dikin.
Wezîrê Hundirîn ê dewleta Tirk Suleyman Soylu diyar kir ku DYE piştî El-Qaîda, DAIŞ ava kir û bi vê yekê aştiya Rojhilata Navîn têk bir.
Suleyman Soylu di civîna Meclisa Şêwirmendiyê ya AKP’ê de axivî û got:
Êdî Tirkiye bûye hêzeke stratejîk li herêmê û bêyî mercên Washingtonê dikare li derve êrîşan pêk bîne.
Soylu bal kişand ser cezayên DYE yên li dijî dewleta Tirk û destnîşan kir ku ”kes nikare ji milê aborî vê gefan li Tirkiye bixwe.”
Soylu tekez kir ku bijarteyên wan ji bilî Emerîka û Ewropayê hene got:
Piştî ku DYE El-Qaîda ava kir, DAIŞ jî ava kir û bi vê yekê aştiya li Rojhilata Navîn têk bir.