MSD nûçeya derbarê beşdarbûna wan a komîteya destûrî derewand

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku nûçeya Sputnîkê ku li ser zimanê wî dabû û îdîa kiribû ku MSD beşdarî civînên bê yên Komîteya Destûrî ya Sûrî bibe, ne rast e. 

Ajansa Sputnikê duh hevdîtinek li gel Hevserokê MSD’ê Riyad Derar weşandibû û li ser zimanê Riyad Derdar gotibû MSD wê bêşdarî civînên dema pêş a Komîteya Destûrî ya Sûrî bibe.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar ji ajanasa Hawarê re axivî û diyar kir ku ev nûçe ne rast e.

Derar got:

Mebesta min ew bû ku Qahîra ji bo beşdarbûna MSD’ê di prosesa siyasî ya Sûriyê de xwedî roleke girîng be û min negotiye em ê beşdarî civînên dema pêş a Komîteya Destûrî bibin.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar tekez kir ku MSD jî wê beşdarî Kongreya Qahîrayê bibe û xwedî rol be.

Leave a Reply

Back to top button