Salih Mislim: Hin partiyên Kurdî di mijara yekîtiyê de bê cesaret in

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî yê PYD’ê Salih Muslim di nirxandina xwe ya derbarê 2019’an de, balkişand li ser hewildanên yekitiya netewî û got: “Daxwaza hemû gelê Kurd yekîtî ye û hêviya min heye ku wê sala 2020 bibe sala yekîtiya Kurdî.”

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî yê PYD’ê Salih Muslim hewldanên yekitiya Kurdan ên di nava salê de ji Ajansa Hawarê re nirxand.

Salih Mislim diyar kir ku gel di nav xwe de yekîtî avakiriye û got,

“Dema mijar dibe parastina nasname, rûmet û xeteriya qirkirinê ya li ser gelê Kurd, gel bangawaziyê pêk tîne û cesereta wî heye, lê yên bê cesaret partiyên girêdayî derve ne.”

Salih Muslim da xuyakirin ku, beriya Şoreşa Rojava û Sûriyê, ew her tim banga yekitiyê dikin û hewl didin ku yekîtiyek di navbera partiyan de çêbibe, lê her tim jî ew aliyên ku bang li wan tê kirin ji vê direvin.

Muslim weha dewam kir: “Weke ku eşkere dibe, wê bikevin qada lîstoka armancên dijmin û gelek dewletên mêtînger û hegemonîk. Li ser vê yekê em dibêjin ku pêwîstî bi yekitî û gavên bi cesaret heye. Lê ev yek ji aliyê hin partiyan ve nayên dîtin.”

Salih Mislim balkişand ser girîngiya xebatên KNK-Rojava û da zanîn ku KNK di xebatên xwe de cidî ye, û bi partiyên siyasî û saziyên civakî re gelek rêzecivîn pêk anîye.

Muslim got, “Ev xebat hêvî dide mirov, divê kes ji yekîtiyê nereve. Hêvîdarim sala 2020’an bibe sala yekîtiya Kurdî.”

Leave a Reply

Back to top button