QSD’ê diyarkir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî hermên sivîlan didomîne.
QSD’ê diyar kir ku di 2 rojên dawî de herî kêm 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê derbarê encamên şerê 2 rojan ê li Bakûr û Rojhilatê Sûrî de daxuyaniyek weşand.
Li gor daxuyaniya QSD’ê:
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Til Temir, Serêkaniyê û Eyn Îsayê, yên ku sivîl lê dimînin bi çekên giran ve topbaran kir.
Li êniya Eyn Îsa leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsan ve êrişî gundê Xalidiyê û Hoşan a bajarokê Eyn Îsa’yê kir.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker çeperên hêzên artêşa Sûriyê û herêmên sîvîl ên gundên Kopirik, Erîda, depoyên genim ên Qizalî, Fatisa, Bîr Îsa û Bîr Timih jî bi balafiran bombebaran kir.
Ji ber êrîşan mal û milkên sivîlan ziyanek mezîn dît û gelek ji wan neçarî koçeberiyê bûn.
Hêzên artêşa Sûrî bersîv dan êrîşan û hejmarek leşker û çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin.
Li êniya Serêkaniyê jî leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî gundê Mişref kir.
Ji ber topbaranê mal û milkên sivîlan ziyan dît.
28’ê Kanûnê li xeta Reqa û Dêrezorê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê êrişê noxteyûên QSD’ê kirin.
Di encama şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerek 2 çete hatin kuştin û 3 jî ji cihê bûyerê reviyan.
Bi giştî şerê 2 rojan a li herêmê de 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin 2 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.