Erdogan lihevkirina şandina hêzên Tirkî ji bo Lîbyayê îmze kir

Serokê Dewleta Tirk Erdogan muzekereya şandina hêzên Tirkî ji bo piştgiriya hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê îmze kir.

her wiha serkêşê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê muşîr Xelîfe Hefter dest bi gera xwe ya diplomasî dike.

Vê êvarê Erdogan muzekereya şandina hêzên Tirkî ji bo Lîbyayê îmze kir û ji bo erê bike şand parlamenê.

Partiya herî mezin a muxalif a li parlamena Tirkiyê Patriya Gel ya Komarî CHP şandina hêzên Tirkî red dike.

DESTWERDANA DEWLETA TIRK YA LÎBYAYÊ
“XELÎFE HEFTER BERÊ XWE DIDE MISIR Û QIBRISÊ”

Her wiha fermandarê giştê yê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ji bo hewldanên dagirkeriyê yê dewleta Tirk ya Lîbyayê guftûgo bikin, wê serdana Misir û Qibrisê bike.

Ji aliyê din ve Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî bi riya telefonê bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re axivî.

Herdu aliyan destwerdanên derve yê li hemberî Lîbyayê red kirin û banga çareseriyeke giştî kirin.

Wezîrê Derve yê Misrê jî bi riya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îtalyayê re axivî, herdu alî li hemberî destwerdana derve ya Lîbyayê nerazîbûna xwe nîşan dan.

DESTWERDANA DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ
ÇAVDÊRIYA FITWEYAN A MISIRÊ JI BO DESTWERDANÊ HIŞYAR KIR

Çavdêriya Fitweyan a Misirî jî, destwerdana dewleta Tirk ya Lîbyayê şermezar kir.

Çavdêriyê anî ziman ku vekirina navendên tomarkirinê ji bo şandina çeteyan ya Lîbyayê, dihêle ku careke din herêm bi pêleke din a terorê re rû bi rû bimîne.

Leave a Reply

Back to top button