Rêveberiya Xweser 2 rojan betlanê ragihand

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û KNK-Rojava sala nû li hemû gelên Sûriyê û cîhanê pîroz kirin.

Rêveberiya Xweser ji bo sala nû jî 2 rojan betlane ragihand.

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî sala nû li hemû gelê Sûriyê û cîhanê pîrozkir û ji bo her kesî daxwaza saleke bi xêr û xweşî kir.

Rêveberiya xweser ji bilî saziyên ku divê karên wan berdewam bike, roja çarşemê û Pêncşemê ango 1 û 2’ê Çileyê ji hemû saziyan re weke betlane ragihand.

SALA NÛ YA 2020
KNK’Ê SALA 2020’AN LI GEL PÎROZ KIR

Ji aliyê din ve Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)-Rojava jî bi daxuyaniyekê sala nû pîroz kir.

KNK-Rojava diyar kir ku ew hêvî dikin sala nû de aştî li hemû Kurdistanê, Sûriyê û cîhanê belav bibe û got,

“Em rêzê û wefadariya xwe ji şehîdên xwe re pêşkêş dikin.”

Leave a Reply

Back to top button