Eşîrên Hums û Hema yên li Tebqayê ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Idlibê spasiya QSD’ê kir

Eşîr û rûspiyên Hums û Hemayê yên li Tebqayê ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Idlib û gundewarên wê sipasî li Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî kirin.

Berdevkê eşîrên koçberî Tebqayê bûne Şêx Ubeyd El-Nehar li Navenda Têkiliyên Giştî ya Lihevanîna Eşîran a li bajarê Tebqayê bi beşdariya gelek şêx û rûspiyên Tebqayê daxuyanî da.

Şêx Ubeyd El-Nehar despêkê ji ber rizgarkirin û parastina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji çete û dagirkeriya dewleta tirk spasî kir.

Her wiha bang li tevahî çeteyên Sûrî ku ji hêla dewleta Tirk ve tên teşwîqkirin kir ku çekên xwe deynin.

Şêx Ubeyd El-Nehar diyar kir ku hemû şêniyên Idlibê bûne qurbaniyên berjewendiyên Erdogan û lihevkirinên Rûsya û rejîmê.

Eşîran di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo pêşwazîkirina koçberên ji herêm û gundewarên Idlibê spasî li Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî kirin.

Leave a Reply

Back to top button