Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi nivîskarên Kurd re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di çarçoveya hewildana yekîtiya kurdî de bi çend nivîskarên Kurd re civiya.

​​​​​​Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrtîk (QSD) Mezlûm Ebdî di çarçoveya hewldanên avakirina yekîtiya kurdî de pêşwaziya şandeyeke ji nivîskarên Kurd kir.

Şandeya nivîskaran ji Luqman Yûsiv, Şemis Enter, Nayif Cibêro û Ebdulsemed Mehmûd, çalakvanê sivîl Sîrac Keleş û rojnamevan Mihemed Hisên pêk dihat.

Şande bi navê rewşenbîrên Kurd piştgiriya xwe bi hewldana Fermandariya Giştî ya QSD’ê ya yekirina xîtaba Kurdî re anî ziman.

Mezlûm Ebdî spasiya şandeyê kir û gavên ku di çarçoveya hewldana yekîtiya kurdî de hatine avêtin ji wan re da xuyankirin.

Beriya demekê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî banga yekîtiya refa Kurdî di Rojava de kiribû, ji aliyên xwe ve jî aliyên siyasî, civakî û çandî piştgiriya xwe ji vê gavê re anîn ziman.

Leave a Reply

Back to top button