Rêjîma dewleta Tirk li 48 herêmên Dîlokê ji bo 15 rojan “Herêma Ewlehiyê” ragihand

Rêjîma dewleta Tirk li 48 herêmên Dîlokê ku dikevin ser sînorê Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bo 15 rojan herêma ewlehiyê ragihand.

Walîtiya Dîlokê 48 herêmên ku 4 qereqol jî digre nava xwe yên li ser xeta sînorê Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bo 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet” ragihand.

Hate ragihandin ku biryar wê ji 1’ê Çileya 2020’an destpê bike û heta 15’ê Çileyê bidome.

Hat ragihandin jî ku di nava 15 rojan de wê ketin û derketina wesayît û mirovan li herêmê were kontrolkirin.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close