Li Sûriyê dijî binpêkirinan û kiryarên hember tayife û pêkhateyan, Murşîdiyên li Hums û Laziqiyê xwepêşandan li dar xistin, çekdaran êriş kir û di encamê de 4 welatiyên Murşîdî hatin kuştin.
Li parêzgehên Laziqiye û Humsê, welatiyên ji pêkhateya Murşidî li dijî kiryarên hember tayifeya wan de derketin xwepêşandanan.
Li gorî agehiyan, 4 welatiyên Murşidî yên piraniya wan ji Laziqiye û Humsê ne ji aliyê çekdarên nenas ve hatine kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî got:
Ji ber ku êriş li ser sembol û gorên pêkhateya Murşidiyan hatiye kirin, wan xwepêşandan li dar xistine û çekdaran jî di xwepêşandanê de êriş kirine.
Her wiha li bajarê Humsê jî xwepêşandan derketibû.
Welatiyên ji pêkhateya Murşidî li Laziqiye derketin xwepêşandanan û kiryarên weke êrîşên li dijî gor û sembolên wan ên olî û êşkenceya ciwanên wan şermezar kirin.



