Şêxên eşîrên ereban: Hêza ku me parast QSD ye û em li pişta QSD’ê ne

Şêxên eşîrên ereban diyar kirin ku her kes şahidên kar û xebata QSD`ê ne, lewma divê em li dijî kesên ku dixwazin di nav pêkhateyan de tevliheviyan derxînin şiyarbin û piştgiriya QSD’ê bikin.

Rûspiyên eşîrên ereban ên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku QSD’ê di misogeriya aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke sereke lîstin û bang li eşîran kirin ku piştgiriya QSD`ê bikin.

Şêxê eşîra Yesar a êla Tey a erebî Hisên Hemrîn diyar kir ku QSD tekane hêza ku vê axê parast û diparêze û gelên heremê jî vê rastiyê dîtin.

Hemrîn diyar kir ku hin kes li gor hêzên derve tevdigerin û dixwazin tevliheviya derxînin.

Hemerîn bang eşîran kir ku li dijî van hewldanên ku aramiya herêmê hedef digirin, yekîtiya xwe xurt bikin.

Her wiha rûspiyê eşîra Ebu Asî Mihemed Salih jî diyar kir ku hin kes dixwazin di nav pêkhateyên heremê de aloziyan derxînin û bang li eşîrên Ereb kir ku li dijî van hewldanan hişyarbin û piştgiriya QSD’ê bikin.

Leave a Reply

Back to top button