Nobeta ‘ji Ocalan re azadî’ di hefteya 393’yan de dewam dike

Çalakiya ‘Nobeta ji Ocalan re azadî’ ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê, kete hefteya xwe ya 393’an.
Çalakgeran ji ber tecrîda dijwar fikarên xwe anîn ziman û ji saziyên navnetewî xwestin ku bikevin nav tevgerê.

Nobedarên vê hefteyê koma ji 4 kesan a ji bajarên Evry û Grîgny ên Fransayê ne.

Çalakgerên nobetê tevî sermaya zivîstanê bi biryar in ku heta azadiya Ocalan çalakiya xwe bidomînin.

Li ser navê komê Adil Erkek axivî û got, “Ji ber ku bi mehan e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin em bi fikar in û ev rewş cidî ye. Gelê Kurd hemû bi fikar e.”

Adil Erkek destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji bo hemû mirovahiyê hêvî ye û bang li hemû saziyên hiqûqî û mirovî kir ku daxwazên wan li ber çavan bigirin û ji bo bidawîkirina tecrîdê bikevin nav hewldanan.

Her weha çalakgeran sala nû li mirovahiyê hemû pîroz kirin û gotin, “Wê rojekê, roj li me jî hilê, lê ya girîng ew e ku em di sekn û hewesta xwe de bi israr bin.”

Leave a Reply

Back to top button