Parlamenter û rojnamevanên ewropî doh serdana Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê kir.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenbûya Xûd Îsa di pêşwazîkirina şandeya Ewropî de behsa kar û xebatên kombûnê kir û got:
“Kombûn, saziyeke jinan e, li ser pêkanîn azadiya jinan û birêxistinkirina wan di ware jinan de dixebite.”
Şandeya ewropî jî der barê rewşa Minbicê de piştî ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin, pirsîn.
Nûnerên kombûnê, diyar kirin ku rewş li Minbicê felaket e.
Bajar tê talankirin û dizîn. Destdirêjî li jinan tê kirin.
Der barê destûra Sûriyê ya nû de nûnerên kombûnê destnîşan kirin ku divê jin rola xwe ya pêşeng di civakê de bilîze.
Her wiha divê mafên xwe bi dest bixe.



