Riyad Derar: Dewletên heremê wê rêgeha muxalefeta Sûrî biguherînin

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar da zanîn ku wan ji bo çareseriya Sûriyê, tevî Misirê bi gelek dewletan re ketine nav danûstandinan.
Derar diyar kir ku dewletên li heremê yên ku li siyaseta Tirkiyê bandor bûnê wê rêgeha mûxalefetê bigûherînin.

MSD’ê di demên dawî de bi armanca ku çareseriya Sûriyê pêk were û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî di nav van xebatan de cîh bigirin, çû serdana gelek welatan û yek ji wan jî Misir bû.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar li ser mijarê ji Ajansa Hawarê re axivî.

Riyad Derar da zanîn ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li heremê, Misir xwedî helwestekî diyarker e, û bandora wê li ser welatên Ereb heye û li ser vî esasî bi Misrê re têkîliyên dîplomasiyê pêş xistine.

Derar li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û planên wê sekna mûxalefeta Sûriyê rexne kir û got:

“Muxalefeta Sûrî di hembêza Riyadê de piştgiriya Tirkiyê ya ku Sûrî dagirkir û dixwaze li heremê Osmaniya nû ava bike dike. Ev sekin bandora xwe li qada siyasî ya heremê û muxalefetê dike. Em vê yekê red dikin.”

Riyad Derar da xuyakirin ku divê muxalefta Sûrî di dewsa ku bibe asteng, ji bo çareseriya Sûrî kar bike.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar wiha dewam kir:

“Diyar e dewletên li heremê yên ku bi siyaseta Tirkiyê bandor bûnê wê rêgeha mûxalefetê bigûherînin. Di baweriya min de ya rast jî ev e û divê gûhertin çêbibin.

Leave a Reply

Back to top button