Tevgera Ciwanên Somalî teqîn girt ser xwe

Tevgera Ciwanên Somalî êrîşa ku di 28’ê Kanûnê de li paytexta Somalî Meqadîşûyê li dijî nuqteya ewlehiyê pêk hatibû girt ser xwe.

Tevgera ciwanên Somalî ya hevkariyê bi rêxistina El-Qaidê dike, teqîna li paytexta Somalî Meqadîşûyê ku tê de 17 jê polîs herî kêm 90 kes jiyana xwe ji dest dabûn girte ser xwe.

Bi navê Tevgera Ciwanên Somalî dengekî hatibû qeydkirin hate belavkirin û hat diyarkirin ku di êrîşê de konvoyek Tirkî û hêzên Somalî hedef girtine.

Tevgera ciwanên Somalî careke din gefa êrîşan li dijî Karmendên Tirkiyê yên li Somalê xwar.

Her wiha sersaxî ji qurbaniyên teqînê yên Oldar re xwest.

Êrîşa 28’ê Kanûnê yek ji êrîşên herî bi xwîn yê dîroka welat e.

Cotmeha 2017’an jî li Meqadîşûyê êrîşa bombeyî pêk hatibû û 600 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Leave a Reply

Back to top button