QSD’ê hewldana çeteyan a komkujiyê têk bir

QSD’ê hewldanên çeteyên DAIŞ’ê ku amadekariya komkujiya sersalê dikirin têk bir.
Tîmen Operasyonên Taybet yê QSD’ê bi operasyoneke serketî serçeteyên DAIŞ’ê û wesaîta bombebarkirî girtin.

Tîmên Operasyonên Taybet di 30ê Kanûnê de li herêma Şedadê, li dijî şaneyek DAIŞ’ê operasyonek pêk anîn.

Di operasyonê de şaneya veşartî ya DAIŞ’ê ku amadekarî dikir di sersalê de bi wesaîtên bombebarkirî li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê li dijî gel komkujiyan pêk bîne hate girtin.

Her weha di operasyonê de serçeteyê bi navê Furat Siltan Hisên yê ji Iraqê ku weke Ebû Mûnzir tê nasîn jî hate girtin.

Çeteyê bi navê Ehmed Mihemed el-Ebîd ku li Qamişlo wesaîta bombebarkirî vedişart jî hate girtin û wesaîta bombebarkirî di bin çavdêriya hêzên pispor de hat rûxandin.

Leave a Reply

Back to top button