Ji nobedarên bendava Tişrînê Mihemed Hemo ku 25ˈê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi merasîmekê hat oxirkirin. Di merasîmê de şehîdê QSDˈê Fewzî Mihemed jî hat bibîranîn.
Şêniyê bi navê Mihemed Hemo yê 25ˈê Çileyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî nobedarên Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê hat oxirikrin.
Di merasîmê de şervanê QSDˈê Fewzî Mihemed ê ku 23ˈyê Çileyê di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûbû jî hat bibîranîn.
Şêniyên kantona Reqayê, endamê saziyên sivîl, leşkerî, meclisên gel û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî merasîm bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mişleb El Terkan di merasîmê de axivî. El Terkan piştî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, got:
“Em serî ji tu kesî re natewînin. Em ê çekan rakin û li kêleka şervanên xwe, gelê xwe û axa xwe biparêzin.
Em ê nehêlin tu kes destdirêjiyê li ewlehiya herêmên me bike. Serkeftin wê para me be.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Delîl jî di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Bendava Tişrînê û got:
“Berxwedana Tişrînê berxwedaneke lehengane ue, tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe tê de digirin û xwîna wan li bendavê bû yek.
Em ji Erdogan re dibêjin tu çi bikî, artêş û çeteyên te çi qasî êriş bikin jî, dê nekarin îradeya me bişikînin, ji ber ku em ê bi hemû hêza xwe parastina welatê xwe bikin.”
Dayika şehîd Fewzî Mihemd, Nezîfe Elî jî axivî û anî ziman ku dê heya bidestxistina azadiyê şopdarên rêya şehîdan bikin.
Di dawiyê de wesîqeyên şehîd Fewzî Mihemed Elî û Mihemed Hemo hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Mihemed Hemo bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” hat definkirin.



