LI COLEMÊRGÊ 15 ROJAN QEDEXEYA DERKETINA DERVE HAT RAGIHANDIN

Her çend bi awayekî fermî Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê li gorî kirinên hikumeta AKP’ê xuya dibe ku ev rewş hîn berdewame.

Colemêrg û navçeyên wê yak ji van herêman e.

Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hat îlankirin di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi awayekî fermî bi dawî bû.

Lê tevî bidawîbûna rewşa awarte jî li Colemêrgê û navçeyên wê tu daristan nemaye nehatiye şewitandin, tu mal nemaye bi ser de nehatiye girtin û tu zozan nemane nehatine qedexekirin.

Li bajêrê Colemêrgê 15 roj qedexey derketina derve hat îlankirin.

Li navenda bajêr bi hinceta “ewlehiyê” rêyên taxan hatine girtin.

Li navçeya Gever, Şemzînan û Çelê jî rewş heman tişt e.

Hema bêje li navçeyê tu dever nemaye ku nehatiye qedexekirin û noqteyên venêrînê lê tune bin.

Leave a Reply

Back to top button