Rojnameya Le Monde ya Fransî: Ewropa nikare rê li ber destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê bigire

Di wextekî de ku dewleta Tirk amadekariyên destwerdana leşkerî ya Lîbyayê dike, rojnameya Le Monde ya Fransî bal kişand ser metirsî û encamên vê destwerdanê.
Rojnameyê diyar kir ku wê welatên Ewropî dîsa bi ser nekevin û mîna Sûriyê, Libyayê jî rizgar nekin.

Erdogan ku li gorî xet û îdeolojiya Ixwanî tev digere piştî Sûriyê û Qibrisê niha jî dixwaze bi êrîşên li ser Libyayê planên xwe yên dagirkeriyê berfireh bike.

Peymana di navbera dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê ya Libyayê jî rê li ber vê planê vedike.

Ji ber vê yekê gelek kes bi tirs û fikar in bê gelo Ewropa û civaka navdewletî ji bo berjewendiyên xwe bikeve nav tevgere?

Tirkiye beyî ku parlamen erê bike di dewsa lekşerên xwe de çeteyên xwe şand Libyayê û bi vê yekê eşkere dibe ku Erdogan ne xemxwerê hikumeta Wîfaqê ye û dixwaze planên xwe yên dagirkeriyê bi berfirehî pêk bîne.

Pêşketina diyar ya hêzên Xelîfe Hefter jî, metirsî li cem dewleta Tirk çêkir, ev yek hişt ku li gorî peymana bi Wîfaqê rasterast derbasî Lîbyayê û axên wê dagir bike.

Ev yek planên dewleta Tirk a dagirker yê li ser rojhilatê deryaya Spî jî misoger dike.

Rojnameya Fransî Le Monde jî bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk û got,
“Hikumeta Wîfaqê di milê diplomasiyê de xwe kuşt, gava destê xwe xist destê Tirkiyê..”

Rojnameyê diyar kir ku weke tiştê li Sûriyê çêbû, Ewropa wê ji bo destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê jî poşman bibe.

Rojnameyê bibîrxist ku Ewropa li hemberî êrîşên li Sûriyê bêdeng ma, li Sûriyê bi ser neket û helwesta xweparastinê dida pêş.

Rojnameya Fransî diyar kir ku sedema van lawaziyan Ewropayê bi xwe ye û got:

Ewropa ji 2011an ve nikarîbû aloziya Lîbyayê çareser bike, ev têkçûn wê encamên pir xirab li ser herêma Deryaya Spî çêke.

Rojnameya Le Monde, banga yekîtiyê li Konseya Ewlehiya Navdewletî kir ku bi yekbiryarê, dawî li şerê Terablusê bînin û girêdayî qedexekirina çekan ya ji bo Lîbyayê bimînin.

Leave a Reply

Back to top button