Xwepêşandanên Iraqê ..alîgirên Heşdî Şebî ketin seferexaneya Dye’yê

Alîgirên Haşdî Şabî li Bexdayê, ketin nava avahiya sefaretxaneya bilind a DYE’yê ya li Herêma Kesk û li dijî bombebarana Emerîka xwepêşandan lidarxistin.

Serokê DYE’yê Donald Trump jî ragihand ku berpirsyarê êrîşên li ser sefaretxaneya Emerîka ya li Bexdayê Îran e û wê ji Îranê hesab bipirsin.

Bi hezaran alîgirên Heşdî Şabî ji bo bombebarana DYE’yê ya li dijî baregehên Haşdî Şabî û Hîzbûllahê şermezar bikin li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê ya li Bexdayê kom bûn û ketin avahiyê.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî tên parvekirin, çekdarên Heşdî Şebî û alîgirên xwe piştî dîwarê Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê şewitandin, ketin avahiyê.

Hate gotin ku çend fermandarên bilind ê Heşdî Şebî jî beşdarî çalakiyan bûne.
Milîs û alîgirên Haşdî Şabî bi slogana “Ji Emerîkayê re mirin” alên Amerîkayê şewitandin.
Hêzên Amerîkî ji bo dûrxistina xwepêşanderan bombeyên gazê bi kar anî.
Hate gotin ku piştê zêdebûna bûyeran Sefîrê Bilind ê DYE’yê û piraniya xebatkar û karmendên sefaretxaneyê hatine veguhastin.
Ji ber zêdebûna xwepêşandanan, Wezirê Karên Hundir ê Iraqê Yasîn Yasirî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Necah Şemerî çûn ber sefaretxaneya Emerîkayê.

ADIL EBDULMEHDÎ:
KESÊN TILIYA WAN DI BÛYERÊ DE HEYE WÊ WERIN CEZAKIRIN
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku îstîfa kiriye, derbarê xwepêşandana li ber Sefaretxaneya Amerîkayê de, daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li xwepêşandêran kir ku xwe paşve bikişînin û dawî li çalakiya xwe bînin.
Ebdulmehdî got ku kesên tiliyan wan di bûyeran de heye, wê werin cezakirin.

XWEPÊŞANDANÊN IRAQÊ
TRUMP:BERPIRSYARÊ ÊRIŞÊN LI SER SEFERETXANEYÊ ÎRAN E
Serokê DYE’yê Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku berpirsyarê êrîşên li ser sefaretxaneya Emerîka ya li Bexdayê Îran e û Iraq hişyar kir ku sefaretxaneyê biparêze.

Leave a Reply

Back to top button