Li bajarê Reqayê li dijî tundiya li ser jinê bruşor hatin belavkirin.
Ev çalakî ji aliyê Komeleyeke jinan ya bi navê Amal pêk hat.
Endamê komeleyê li nava bajarê Reqayê li dijî tundiya li ser jinan Bruşor belavkirin.
Di bruşoran de ”Na ji tundiyê re”, ”Na ji kuştina jinan re” û ”Na ji zewcandina zarokan” hatibû nivîsandin.
Komeleyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li dijî tundiya li ser jinê her di nava xebatê de bin.
Her wiha da zanîn ku ew ji bo pêşxistina jinan çalakî û xebatê dikin.



