Êrîşên dewleta Tirk a dagirker gundê Um El-Xêr ê Til Temirê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker li gorî lihevkirinan tevnagere û hewl dide li herêmê dagirkeriya xwe berfireh bike.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker piştî ku dewriyeya Tirkî – Rûsî bi dawî bû, gundê Um El-Xêr ê Til Temirê topbaran kir.

Dewriyeya Rûsî – Tirkî di navbera gundê Aliya û Leylan ên Til Temirê de geriya.

Piştî dewriyeya hevbeş bi dawî bû, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Xêr ê Til Temirê topbaran kir.

Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên şêniyan.

Her wiha balafirên keşfê li asîmanê herêmê geriya.

JI FERMANDARÊN QSD’Ê QEHREMAN XEBAT:
RÛSYA LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BÊDENG DIMÎNE

Artêşa Tirk û çeteyên wê şevê din êrişî nuqteyên başûrê rêya M4 û gundên Fatisa û Sefewiyê û Erîda yên Eyn Îsayê kirin.

Di êrîşan de 25 topên hawanê li herêmê ketin.

Di êrîşê de 5 leşkerên rêjîmê birîndar bûn û 2 wesayit jî hatin derbkirin.

Hêzên rejîmê li hemberî êrîşan bê bersiv man, lê şervanên QSD’ê bersiva êrişên artêşa Tirk dan.

Fermandarê leşkerî Qehreman Xebat yê li gundê Sefewiyê diyar kir ku artêşa Tirk tevgera xwe li ser riya M4 zêde dike.

Qehreman diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li pêşiya çavên Rûsyayê cihên hêzên rêjîmê topbaran dike.

Fermandarê leşkerî teqez kir ku ew ê bersiva êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bidin û sivîlan biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button