PYD’ê bi armanca nirxandina bûyerên dawî yê li herêmê bi rûspiyên êlan û rewşenbîrên Ereb ên Tirbespiyê re civiya.
Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê li navçeya Tirbespiyê ji rûspiyên êlan û rewşenbîrên Ereb re civînek lidar xist.
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen di civinê de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku Tirkiyê tevahiya pêkhateyan hedef digire.
Şahoz Hesen dîroka tarî ya dewleta Osmanî û Tirkiyê bibîrxist û anî ziman ku piştî têkçûna DAIŞ`ê Erdogan hewl dide xilîfata Osmanî vegerîne.
Hesen têkildarî hevdîtinên di navbera rejîma Sûriyê û Rûsyayê de jî got:
“Rejîm û Rûsya hewl didin beyî pêkhateyên din tenê bi kurdan re diyalogê bikin, lê me ev pêşinyar red kir.”
Me daxwaz kir ku diyalogek bi navên MSD’ê û Rêveberiya Xweser be.
Hesen diyar kir ku aramanca wan parastina yekîtiya axa Sûriyê û avakirina pergalek demokratîk ji hemû gelê Sûriyê re ye û got,
“Bi berxwedaniyê em ê herêmên hatine dagirkirin ji nû ve bidestbixin.”