Mark Esper: Em ê 750 leşkerî bişînin Rojhilata Navîn

Doh balyozxaneya Emerîka ya li paytexta Iraq Bexdayê ji aliyê, alîgirên Heşda Şebî û Hizbulahê ve hatibû dorpêçkirin.
Li ser vê yekê jî Emerîka dîplomatên xwe yên li herêmê paşde vekişand.
Piştî vê bûyerê Emerîka hêzeke nû dişêne rojhilata Navîn.

Wezîrê parastinê yê Emerîkayê Mark Esper bi daxuyakirinekê ragihand, Emerîka dê 750 leşkerî bişîne Rojhilata Navîn û destnîşan kir hin hêzin din jî amadene ku di çend rojên pêş de bên şandin.

Esper eşkere kir ku serokê Emerîka Trump piştî bûyera li balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê derket.

Rayedarin Emerîkî ku navên xwe eşkere nekirin ji ajansa Ruetersê re ragihand ku 750 leşker wê destpêkê li derveyî Kiwêtê bi cih bibin û eger pêwîst bike pêkan e nêzî 4 hezar leşkerên din di rojên pêş de werin şandin.

Kovara Newsweek a Emerîkî li ser zimanê çavkaniyekê ji Pentagonê û çavkaniyeke îstixbarata Îraqê gotibû:

Rêjîma Îranê roleke yekser di rêxistinkirina xwepêşandanên li dijî balyozxaneya Emerîkî de lîstiye, balav kir.

Leave a Reply

Back to top button