Di dema desthilatdariya AKP’ê de kuştina jinan 10 qet zêde bûn û îsal jî 474 jin bi destê mêran hatin kuştin.
Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin eşkere kir ku di sala 2019’an de 474 jin hatine kuştin û di tevahiya salê de tûndiya li ser jinan dewam kiriye.
Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya 2019’an a der barê şîdeta li dijî jin û zarokan de eşkere kir û destnîşan kir ku li Tirkiye îsal 474 jin hatine kuştin.
Li gorî rapora platformê di sala 2019’an de 115 jin jî bi şik û guman hatine kuştin, sedemê kuştina 218 jinan jî nehatiye zanîn.
Her weha ji 474 jinan 322 ji wan ji aliyê hevjîn an xizmên wan ve hatine kuştin û 152 ji wan nehatiye zanîn.
Platformê destnîşankir ku kuştinên jinan her sal zêdetir dibin û sazî û rayedarên dewletê ji bo parastina jinan nakevin nav hewldanan.
Platformê diyar kir ku gelek jin tevî ku berî werin kuştin biryara parastinê xwestine, lê dewletê ev daxwaza wan pêk neaniye.