ŞER Û TOPBARANEKE DIJWAR DIQEWIME

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan têkildarî şerê Idlibê û gundewarê wê agahiyên nû belav kirin.

Li gorî çavdêriyê navbera hêzên rejîma Sûrî û komên çete de li gundewarên rojhilatê Idlibê şer û topbaraneke dijwar pêk hat.

Şer li gundewarê rojhilatê Idlibê ku dikeve nava herêma qaşo ‘bêçek’ tê binavkirin pêk hat.

Hêzên rejîmê herêmên Tewîl El-Helîb Mişêrfê yên gundewarê Idlibê topbaran kir.

Hemwextî wê komên çete jî herêmên rejîmê dan ber topban.

Diviyabû li gorî heypeymana Rûsya û Tirkiye heta 15’ê cotmehê herêmeke bêçek bihata avakirin.

Lê zêdetirî mehek di ser vê dîrokê re derbas bû û ti guhertin li ser erdê nîn in..

Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku hem komên çete û hem jî hêzên rejîmê amadekariyên şer dikin.

Leave a Reply

Back to top button