Fermandariya polîs a Nînewayê ragihand ku di encama oparasyoneke li bakur-rojavayê Mûsiyê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Berbirsekî polîsa Nînewayê Selam el-Igêdî ragihand ku hêzên ewlekariya hindirîn bi van çeteyan re li nêzî sînorê bi Sûriyê re rû bi rû man.
Li gorî el-Igêdî, ev DAIŞî hewl didan ji sînorê Sûriyê derbasî Îraqê bibin.
Li aliyekî din, hêzên ewlekariyê duh kom-gorek ku 30 termên qurbaniyên li ser destê DAIŞê hatine kuştin, dîtin.
Ev yek jî, di dema paqijkirina herêma el-Heder a başûrê Mûsilê de pêk hat.
Li Îraqê, tevî têkbirina DAIŞê di dawiya 2017an de jî, hîna şaneyên DAIŞê gefan li ewlehiya welêt dixwin.