Di şerê navbera rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de li gundewarên Idlib û Hemayê 13 leşker û çete hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk top û moşek bi ser gund û bajarokên Sehil el-Xab de berdan.
Di encamê de serbezekî rejîmê û 5 leşker hatin kuşitn.
Her wiha çend moşek bi ser taxa el-Zehra’ ya bajarê Helebê de ketin û di encama şerê navbera rejîm û çeteyan li derdora el-Zehra û Raşdîn li rojavayê Helebê de jî, 3 çete hatin kuştin.
Çavdêriyê destnîşan kir ku , îro 4 leşkerên rejîmê li derdora gundê Ebû Defna yê Idlibê haatin kuştin.
Di şerê li derdora bajarokê Cercenaz jî, 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriyê, çeteyan kombûyînên rejîmê yên li bajarokê el-Tih, Xan Şêxûn li Idlibê û bajarokên Esîla û Ceb-Remlê yê li gundewarê Hemayê bi moşekan kirin hedef.
Çavdêriyê diyar kir ku balafirên Rûsî 4 êrîşên asmanî li ser bajarokê Me’er Şemarîn pêk anîn û rejîmê jî gelek deverên li gundewarên Idlibê dan ber topan.