Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê ji bo 2 şervanên QSDˋê yên şehîd merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.
Xelkê bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê, nûnerên saziyên sivîl, xizmetguzarî, şêx û rûspiyên bajêr di merasîma xiyabî ya 2 şervanên QSDˋê şehîd Dilxwaz (Ehmed Xalid El Rehîl) û Mihemed Hesîniyê (Mihemed Xalid El Ferec) li Goristana Şehîd Eqab El Eswed de beşdar bûn.
Her du şervan di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî bendava Tişrînê de di 12ˋê Çileyê de şehîd bûn.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê Fatme El Sultan sersaxî da malbatên her du şehîdan, fedekarî û berxwedaniya QSDˋê ya parastina û ewlehiya herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kirin.
Li aliyekî din jî şervanê QSDˋê Qeyser Til Koçer axivî û soza şopandina rêça her du şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.
Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.



