Li Başûrê Hesekê, wê di demeke nêz de bi dawî bibe

Desteya Enerjiyê bi lêçûna 60 milyon dolarî projeya kehrebê ya herêmên başûrê Hesekê di nava 2 rojên pêş de bi dawî dike.

Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê projeya stasyona Cibisa ya rojhilatî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi dawî dike.

Lêçûna projeyê heta niha gihaştiye 60 milyonî.

Hêza dayîna elektirîkê jî 30 MW û ev yek wê li ser 3 çavkan were dabeşkirin.

Serokê buroya veguhastin û dana enerjiyê ya herêma Cizîrê Mistefa Silêman teqez kir ku 2020`an wê hemû gundên navçeya Şedadê, heta bi stasyona kehrebê ya Mergeda ya başûrê Şedadê û bakurê pira başûr, elektirîk hebe.

Silêman dazanîn ku wan ji sedî 99 karê xwe qedanidne û di nava 2 rojên pêş de wê stasyona kehrebê were vêxistin.

Hêjayî gotinê ye ev proje mezintirîn projeya kehrebê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Leave a Reply

Back to top button