Çeteyên dewleta Tirk darên Efrînê yên bitemen dibirin

Ji destpêka dagirkirina wê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber darên Efrînê ku temenên wan bi sedê salen in, dibirin.

Çavkanîne herêmî ragihandin ku çeteyên dewleta tirk li gundê Birke yê navçeya Mabata darek a Sîndiyan ku temenê wê bêhtirî 500 salîye, birîn.

Çeteyan li navçeya Cindirêsê bêhtirî 50 darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Mistefa Qeşlê jî birîn.

Çavkaniyan diyar kir ku ev dar li derdora girê Cindirêsê yê şûnwarî ku artêşa tirk baregeha xwe lê avakiriye bûn û teqez kir ku temenê van daran bêhtirî 70 salî ye.

Berya niha jî çeteyên bi navê ”El-Emşat” bi dehan darên zeytûnan li gundê Şorbe yê navçeya Mabata û gundê Xelîl ê navçeya Şiyê birîne.

Leave a Reply

Back to top button