Di teqîna Dêra Zorê 3 zarok û jinekê jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê teqînek pêk hat.
Di encamê de jinek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarokê Ebû Hemam ê Dêrazorê îro danê sibehê wesaîteke bombebarkirî ku li kêleka benda El-Senor teqiya.

Di encama teqînê de jinek û 3 zarok jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Tîmên pispor ên girêdayî QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn çûn cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin.

Li cihê teqîn lê çêbû şêniyên herêmê amadekarî dikirin ku roja Çarşemê, Rûsya û rejîma Sûriyê bi çalakiyekê şermezar bikin.

Leave a Reply

Back to top button