Tirkiye: Mijara vekişîna me ji nuqteyan ne cihê nîqaşê ye

Dewleta Tirk a dagirker careke din destnîşan kir ku ew ji nuqteyên xwe yên li Idlibê venakişîn û got ”ev mijar ne cihê nîqaşê ye.”
Rejîmê jî bersiva daxuyaniya dewleta Tirk da û tekez kir ku ”çawa Osmanî ji Sûriyê derketin wê dagirkeriya Tirk jî ji Sûriyê derkeve”.

Li Idlibê piştî pêşketinên rejîma Sûrî yên bi desteka Rûsyayê, hin nuqteyên dewleta Tirk ku bi navê çavdêriyê dagir kiribûn, ji aliyê rejîmê ve hatin dorpêçkirin.

Piştî dorpêçiyê, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk derket û got ew ji nuqteyan venakişin û wê bersiva her êrîşeke li dijî wan bidin.

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hilusî Akar duh careke din destnîşan kir ku mijara vekişîna wan ji nuqteyên li Idlibê ne cihê nîqaşê ye.

Akar gef xwar û got:

Çi êrîşeke bi çi rengî be eger li dijî nuqteyên me pêk bên, bê dudilî em ê bersiva wê bidin.

Nuqteyên dagirkeriya Tirkiyê yê li Idlibê
Rejîma Sûrî: Çawa Osmanî ji Sûriyê derketin, Tirkiye jî dê derkeve

Piştî daxuyaniya Akar, rejîmê bersiv da destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê wê bi dawî bibe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê rejîma Sûrî Feysel Miqdad got:

Tirkiye yan ji bilî Tirkiye li Sûriye çi hêzên ne rewa hebin wê derkevin.

Miqdad dagirkirina Tirkiyê ya xaka Sûrî bi dîroka Osmaniyan ve girêda û diyar kir ku çawa Osmanî ji Sûriyê derketin, wê Tirkiye jî derkeve.

Leave a Reply

Back to top button