Hêzên Asayişê ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê 4 bazirganên hişbirê girtin.
Hêzên Asayişê ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê girtina 4 bazirganên hişbirê li Hesekê û desteserkirina mîqareke mezin û madeyên hişbirê de daxuyaniyeke nivîsîkî li ser malpera xwe da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, piştî şopandina liv û tevgera bazirganên hişbirê, Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên kantona Cizîrê di 22ˋyê Çileyê de operasyonek da destpêkirin û 4 bazirganên hişbirê li bajarê Hesekê girtin.
Di serdegirtina malên wan de hêzan mîqdareke mezin ji madeyên narkotîkê û alavên girêdayî wê dîtin û desteserkirin.
Hêzan 70 hezar û 260 hebên kaptagonê, 320 gram toz, damanceyek, 2 şûr, 2 bombe û 80 guleyên çekan û mask girtin.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên bênavber ên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê de pêk hat ku bi ser tor û kesên dan û standinê bi hişbirê re dikin û bandorê li civakê dikin de bigirin.
Di dawiyê de hat gotin tawanbar ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin ku tedbîrên qanûnî li hemberî wan bên girtin.



