Li Avûstralyayê şewat di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Avustralyayê ku di demsala havînê de ye, şewata daristanan ku ev hefteyeke dewam dikin, mezin dibin,

Li başûrê rojhilatê Avûstralyayê agir bi daristanê ket û 17 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Avustralyayê di encama şewata daristanan de 17 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku îro hîn cenazeyên din ji nav daristanê hatin derxistin.

Li eyaleta Gallerê jî 7 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Eyaleta Vîctorîayê jî komên alîkariyê diyar kirin ku di sê rojên dawî de 4 kes winda ne.

Ji ber şewatê xetên elektrîk, înternet û telefonê hatine qutkirin.

Hate diyarkirin ku ji ber şewata li welat herî kêm hezar û 400 mal hilweşiyan e.

Li Avustralyayê ji meha Tirmehê ve şewatên li daristanan dewam dikin û li gorî rayedaran heta 5 milyon û nîv hektar qad bûne xwelî ev jî bi qasî welatê Danîmarka yan jî Hollandayê ye.

Leave a Reply

Back to top button