Balyozxaneya Emerîka li Iraqê tevahî karên xwe rawestand

Piştî êrîşa 2 rojan ya alîgirên Heşda Şebî û Hizbulah ên li ser balyozxaneya Emerîka ya li paytexta Iraq Bexdayê, balyozxaneyê tevahî karên xwe li Iraqê da rawestandin.

Di saetên êvarê de balyozxaneya Emerîka ya li Bexda daxuyaniyek da û tevaya aliyên peywendîdar agahdar kir ku ew ê heya demek nediyar ji bilî balyozxaneya Hewlêrê, tevaya karên xwe yên li balyozxaneyên din ên li Iraqê bidin rawestandin.

Her wiha di daxuyaniyê de daxwaz ji tevaya welatiyên Emerîka yên li Iraqê hat kirin ku xwe nêzê balyozxaneyên Emerîkayê nekin.

Ji aliyê xwe ve jî, wezareta derve ya Emerîkayê welatiyên xwe ji çûna Iraqê hişyar kir û got:

Milîsên tayifgerî yên li dijî Emerîkayê belkî gefan li Emerîkî û kompaniyên rojavayî yên li Iraqê bixwin, ji lew re divê ti kes neçe Iraqê.

Leave a Reply

Back to top button