Li Endonezyayê lehî rabû 21 kesan jiyana xwe ji dest da

Li paytexta Endonezya Cakerta ji ber lehiyê 21 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê wezareta karûbarên civakî ya Endonezyayê Coko Haryanto ji Reutersê diyar kir ku ta niha 21 kesî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye.

Desthilatdariya Endonezyayê ragihand, bêhtirî 30 hezar kes ji ber lehiya li Cakertayê derbeder bûne, her wiha ji ber lehiyê kehrebe li hin deveran qut bûye û xebatên trênan jî rewestiyane.

Ev jî di demekê de ye ku desteya seqayê payîn dike barîna baranê li gel brûsk û bayekî xurt îro Pêncşemê jî berdewam bike.

Cakerta mezintirîn bajarên Rojhilatê Asyayê ye ku hejmara welatiyên wê 30 milyon e.

Di sala 2007’an de jî, ji ber lehiyê bêhtirî 50 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû.

Leave a Reply

Back to top button