Dewleta Tirk idia dike ew ê hêzên xwe neşînin Lîbyayê eger hêzên Xelîfe Hefter êrîşa xwe ya li ser Terablusê rawestînin.
Alîkarê serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku piştî biryara parlamanê, dibe ku tiştekî cuda biqewime û got:
Eger hêzên Hefter xwe vekişînin, êdî ji bo çi em ê herin Lîbyayê.
Jixwe, îro saeta 2yê piştî nîvro, parlamana Tirkiyê ji bo nîqaşkirina “pêşnûmeya şandina hêzên Tirkî bo Lîbyayê” dicive.
Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê
RFI: 4 balafirên tejî çete gihan Lîbyayê
Di wextekê de ku dewleta Tirk vî tiştî idia dike, Radyoya Fransî RFI ev idia vala derxist û ragihand ku 4 balafirên ku çeteyên dewleta Tirk tê de ne, gihaştin Lîbyayê.
Radyoyê destnîşan kir ku di rojên navbera În û Yekşemê de jî 4 balafirên din li balafirgeha Miêtîqa peya bûn.
Rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî heman tişt piştrast kir û ji RFI’yê re teqez kir ku 500 çeteyên Sûrî bi rêya balafiran gihaştin Lîbyayê û hinekên din jî li Tirkiyê ne û li benda derbasbûnê ne.