Balafireke leşkerî li Taywanê hat xwarê sererkanê artêşê û 7 kesên din jiyana xwe ji dest da

Hikumeta Taywanê kuştina ser-erkanê artêşê û 7 kesên din ragihand.

Berdevkê hêzên çekdar ê Taywanê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku balafireke leşkerî neçarî peyabûnê li bakurî welêt bû.

Berdevk diyar kir ku tîmên rizgarkirinê, 8 kesên mirî dîtin, di nav de ser-erkanê artêşê.

Wezareta parastinê jî anî ziman ku 13 kes di balafirê de bûn.

Li gorî wezaretê, ser-erkan berê xwe dabû herêma Bêlan a li bakur-rojhilatê welat bi boneya nêzîkbûna sersala heyvî.

Leave a Reply

Back to top button