Ezab Ebûd: Em ji diyalogên bi dewletên Ereban re amade ne

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Ezab Abûd diyar kir ku ew ji bo diyalogên bi dewletên Ereban re amade ye.

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Ezab Abûd diyar kir ku çareseriya leşkerî ji bo aloziya Sûriyê encamên erênî bi xwe re nayîne.

Ezab balkişand ser destwerdana hêzên derve ya Sûriyê û diyar ku weke Astana, Soçî û Cinêvê ku derveyî welet gelek civîn pêk hatin, lê belê ji çareseriya aloziya Sûriyê re nebûn bersiv.

Ezab Abûd anî ziman ku nexasim dewleta Tirk aloziya Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe weke derfetekê dibîne û dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike.

Ezab Ebûd teqez kir ku diyalogên Sûrî-Sûrî çareseriya Sûriyê pêkan dike.

Ezab rola Misr û Kombûyîna Dewletên Erebî yên ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin, birîxist û got:

“Rêveberiya siyasî ji diyalogên bi dewletên Erebî re amade ye.”

Leave a Reply

Back to top button