Kordînasyona Kongra Star şehadeta endama kordînasyona xwe Heyfa Erebû ragihand. Kongra Star diyar kir ku Endama wan Hefa Erebû dema çibû bi rêxstinên jinan re li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê hat hedefgiritn û şehîd bû. Kongra Star soz da ku ew ê tola şehîd Heyfa û tevahiya şehîdên azadiyê rake.
Kordînasyona Kongra Star bi daxuyniyekê şehadeta Endama koordînasyona xwe Hîva Erebû ragihand.
Kongra Star eşkere kir ku di 27 Çileyê de dema ku Endama Koordînasiyona wan Hîva Erebo bi nasnav Salîhe Viyan bi ermanca ku bi rêxistinên jinan re hevdîtin bike, çûbû Başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta Tırk ve hate hedef kirin û şehîd bû.
Kongra Star teqez kir ku hedefgirtina jinên şoreşger, jinên azadîxwaz bûye nasnama dewleta Tirk a faşîst.
Kongra Star: Rêheval Hîva ji bo azadiya jinan her tim têkoşiya
Kongra Star li ser xebat, têkoşîn û kesayeta Şehîd Hîyfa Erebo wiha got:
Rêheval Hîvfa 1981 li bajarê Dirbêsiyê ê rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.
Di malbateke welatparêz ku bi çand, ziman û nasnama xwe ve girêdayî mezin bû.
Di temenê 16 sali de beşdarî xebatê siyasî û rêxistinkirina gel de cih digre.
Ji bo azadiyê sala 2000 de derbasî çiyayê Kurdistanê dibe.
Ew bû şervana azadiyê û milîtana xeta jina azad.
Li her çar beşên Kurdistanê ji bo gelê Kurd û jinan rêxistin bike xebateke bê hempa da meşandin.
Bi destpêkirina Şoreşa jinê re berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.
Li dijî hovitiya çeteyên DAIŞ’ê parastina destkeftiyên şoreşê kir.
Bu ji stun û avakerên rêveberiya xweser.
Li Kantona Cizîrê, Raqa, Minbic, Tebqa û Dêrzorê di asta rêveberiyê de cih girt.
Rêxistinkirina hemû jinên ji pêkhateyan, wekî erkek mirovî û şoreşgerî dît.
Destpêkê di desteya jin a Kantona Cizîrê piştre jî bû hevseroka kantona Cizîrê.
Di nava gelên herêmê de pêkanîna netewa demokratîk ji bo xwe pîvan dît.
Li gel xebatên giştî nasnameya jin bûnê esas girt.
Di Koordînasyona Kongra Star de cihê xwe girt.
Di vê demê de jî ji bo rêxistina jinan, perwerdekirin û wan kirina lêgerên azadiyê bû rêhevala her jinekê.
Kongra Star: Em ê tola rêhevala xwe Hîva Erebo rakin
Kongra Star dawiyê ragihand ku ew ê tola Hiva Erebû û tevahî şehîdên azadiyê hilînin.
“Divê dewleta Tirk a Kurjer û faşîst bizane ku her ew jinên pêşeng hedef digre, hêrsa me, ruhê tolhildanê, girêdana bi xeta azadiyê mezin û bi hêztir dibe.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Hîva Erebû nasnav Salîha Viyan, 1981’an li Dirbisiyê ji dayîk bûye, 27’ê Çileya 2025’an li Ranya Başûrê Kurdistanê şehîd bû.



