Li girtîgehên Tirkiyê, girtiyên Rojava û Rojhilat di hucreyên yekkesî de tên girtin û nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.
Li girtîgehên Tirk nêzî 2 hezar û 500 girtiyên siyasî yên Rojava û Rojhilatî hene.
Di vê derbarê de Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran TUHAY-DER’ê bal kişand ser rewşa girtiyên ku sûdê ji mafên xwe yên hiqûqî nagirin.
Hevserokê TUHAY-DER’ê yê Wanê Çetîn Ûyar anî ziman ku girtî nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin û parêzer jî nikarin bi wan re hevdîtinê bikin û got:
“Malbatên Rojava û Rojhilatî nikarin xwe bigihînin zarokên xwe yên girtî.
Piranî di hucreyên yekkesî de tên girtin.”
Çetîn diyar kir ku cezayê hepsê yê muabed li van girtiyan hatiye birîn û ev bang kir:
“Em bang li Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê dikin ku alîkariyê bidin girtiyên di vê rewşê de.”



