HRE: Li nêzî gundê Basûtê 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker yên nêzî gundê Basûtê yê navçeya Şera çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku 1’ê Çileyê nêzî gundê Basûtê yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî çeper û stargehên koma çete ya bi navê Firqet el-Hemzet çalakiya sabotajê pêk hat.

Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

HRE diyar kir ku li navçeya Şera ya Efrînê jî balafirên keşfê yên artêşa Tirk geriyan.

Her wiha gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa û Kela Şewarixa yên navçeya Şerayê hatin topbarankirin.

Ji ber topbaranê mal û milkên sivîlan ziyan dît.

Leave a Reply

Back to top button