
Ji ber şewata daristanan a li Avustralyayê, nîv milyon heywan mirin û tê gotin, dibe ji nifşê hinek heywanan jî bi dawî bûye.
Li Avustralyayê ku di demsala havînê de ye, şewata daristanan dewam dike.
Tê payin ku gelek bajar werin valakirin û li gorî texmînan wê germahî roja Şemiyê gelekî zêde bibe.
Li gorî nûçeyeke malpera News.com’ê pisporên Zanîngeha Sydneyê diyar kirine ji destpêka şewatê û heta niha 500 hezar heywan mirine.
Hat diyar kirin ku 8 hezar koala di şewatê de mirine.
Fikar hene ku hêjmara heywanên mirî zêdetir bibe.