Şêniyên Kantona Firatê bi merasimeke bi heybet şervanên QSD`ê Kurdo Kobanê oxir kir.
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser şervanê QSD`ê Kurdo Kobanê (Qusey El Sofî) ku di 3`ê Sibata 2025`an li Dêr Hafirê Şehîd bûbû, îro bi mersimeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kirin.
Di mersimê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Dunya Mihemed sersaxî ji malbatên şehîd re xwest.
Dunya diyar kir ku berxwedana şervanê QSD`ê û YPJ`ê berxwedaniyeke herî xurt li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin meşadin û wiha domand: “Şervanên me derbên giran li dijmin didim, em berxwedana şervanên xwe silav dikin û em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin û tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.”
Endamê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehemed Oso destnîşan kir ku ew bi saya şehîdên xwe ê bi asta serkeftinê û got: “Şehîd Kurdo Kobanê kêlî bi kêlî di çeperên şer de li ber xwe da, tu carî dest ji axa xwe berneda.
Mehemed Oso diyar kir ku Şehîdên me hiştin ku em azadiya xwe nas bikin, em ê jî heta dawiyê li pey xeta şehîdên xwe bin û planên dijmin têk bibin.”
Pişte wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Kurdo hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi tiliyên serkeftinê spatin axa pîroz.



