Qirîza Behra Spî Îsraîl, Yewnanîstan û Qibris li ser qaza xwezayî li hev kirin

Yewnanistan, Qibris û Îsraîl li ser xeta boriya gaza xwezayî ya EastMed li hev kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû,

Serokkomarê Qibrisê Nîcos Anastasîades

û Serokwezîrê Yewnanistanê Kyrîakos Mîçotakîs ji bo îmzakirina peymanê li Atînayê li hev kom bûn.

Ev peyman heman demê li pêşberî sepandinên bi zorê yên Enqereyê jî biryardariya hersê welatan nîşan jî dide.

Netanyahû got:

“Îsraîl di îmaja enerjiyê de şoreşê dike.”

Wezîrê Derdor û Enerjiyê yê Yewnanistan jî îdia dike ku ev proje wê li Derya Spî bibe projeya aştî û hevkariyê.

Ji bo projeya EastMed 6 heta 7 milyar eûro pêwist dike.

Proje wê ji bo herikandina enerjiyê ya ji Derya Spî ya bo Ewropayê bibe çavkaniyeke girîng.

Ev projeya EastMed weke alternatîfa gaza Rûsyayê tê dîtin û hin rayedarên Ewropa û Emerîkayê ragihandin ku ew piştgiriya projeyê dikin.

Leave a Reply

Back to top button