Di êrişa li ser Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 çalakger birîndar bûn.
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi giştî û Bendava Tişrînê bi taybet, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8ˋê Çileyê ve li ser Bendava Tişrînê çalakiyên xwe didomînin.
Ji wê rojê ve karwanên gel ber bi bendavê ve dikevin rê. Dewleta Tirk a dagirker heta niha 7 karwanên welatiyan hedef girtine, di encamê de 24 welatî, di nav wan de 3 endamên tîmên tibî şehîd bûn û zêdetirî 200 kes di nav wan de 7 rojnamevan û 3 endamên tîmên tibî birîndar bûne.



